Cîhan

Kûpaya Lîga Şampiyonan careke din vegeriya Parîsê.

Lîga Şampiyonan a UEFAyê, pêşbirka herî mezin a klûban a fûtbola Ewropayêde şampîyon diyarbû.

Di fînalê de, ku li Puskas Arena li Budapeştê, Macaristanê hate lîstin, Paris Saint-Germain û Arsenalê hatin himberî hev.

Di yariyek balkêş de, PSG piştî penaltiyan serkeftin destve anî.


Arsenalê bi hêz dest bi yariyê kir, di deqeya 6an de pêş ket. Kai Havertz piştî dûrketina ji parastinê top li pêşiya xwe dît û bi aliyê çepê ve gol avêt, û bi vî awayî tîma xwe 1-0 bir pêş. Nîva yekem bi pêşengiya tîma Îngilîzî bi dawî bû.


PSG di nîva duyemîn de zexta xwe zêde kir û di deqeya 65an de di penaltiyê de golek avêt .


Dema ku di dema zêde de jî encam nehat guhertin û wekhev ma, çarenûsa fînalê bi penaltiyan hate destnîşankirin.

Di penaltiya de PSG serket û bû şampiyonê Ewropa.

Bi vê encamê, Paris Saint-Germain bû duyemîn tîmê ku ji bo cara duyemîn li pey hev Lîga Şampiyonan de serkeftin destveanî.

Back to top button