Polîtîk

Li Bakûrê Kurdistanê bîreke nû ya neftê hate dîtin

Li gundê Sedexê navçeya Dihê(Eruh) ya bajarê Sêrtê bîreke nû ya neftê hate dîtin ku li navbera 2371 û 2384 metran de nefteke bi kalîteyeke gelek baş hatiye dîtin.

Li gor zanyariyan Ahmet Aydin Parêzgerê Sêrtê di derbarê xebatên lêgerîna neftê de daxuyaniyek daye û li vê daxuyaniyê de eşkere kiriye ku ev nefta hatiye dîtin gelek bi kalîteye.

Her wiha Parêzgerê Sêrtê eşkere kiriye ku nefta nû ya li bajarê Sêrtê hatiye dîtin li gor nefta bajarê Batmanê gelek bi kalîtetire. Nirxa nefta Batmanê 20 gravite û ya Sêrtê 42 gravite û xebatên derxistina neftê ji Petrola Tirkiyê û Kompanya Aladdin Middle East tê kirin. Encama rezerva wê jî piştî sê mehan dê diyar bibe.

Back to top button