Ji bo CHPê pêvajoyek nû destpêdike..!

Wek tê zanîn di kongreya asayî ya CHPê ya di sala 2023ê de, Ozgur Ozer li Himber Kemal Kiliçdaroglu serket û bû serokê CHPê. Lê li ser vê yekê gelek gotubêj hatin kirin.
Xala herî girîng ew bû ku, serokê Şeredariya Stanbulê Ekrem Îmamoglu ji bo kongreyê de giraniya xwe bi temamî deynê gelek xebitî û pereyek mezin serfkir. Armanca sereke ya Îmamoglu CHPê bike destê xwe de û kesekî bi xwe ve girêdayî bike serokê CHPê. Îmamoglu ev yek destve anî û Ozgur Ozer kir serokê CHPê.
Piştî vê qonaxa ne razibûnekî di nava Partiyê de destpêkir. Gelek endamên CHP, delegeyên Kongreyê û hinek berpirsên CHPê îtiraz kirin û serî li dadgehê dan. Wan îdia kirin ku, îradeya delegeyan li himber menfaetên kesayetî ji destê wan hatiye wergirtin. Li ser vê yekê dadgehê dest lêkolina kir û li himber CHPê doz vekir.
CHPê li himber vê yekê destpêke de kongreyek awarte û piştre jî kongreyek asayî pêkanî. Herdu kongreyan de cardin Ozer wek serokê CHPê hate hilbijartin.
Di vê qonaxê de kesê ku CHP rêve dibira Ekrem Îmamoglu, bi tohmeta gendeliyê hate girtin û ket hepsê de û heta niha jî dadgehên wî berdewame. Herweha bi tohmeta gendelîyê gelek şeredarên CHPê li gel bi sedan karmendan hatin girtin û ji karên wan hatin dûrxistin. Di vê pêvajoyê de şeredarên hinek bajarên girîng yên CHPê ji partiya xwe veqetan û tevlî AK Partiyê bûn.
Lê li himber van guhertina her demî çavê xelkê biryara dadgehê bû. Di encam de piştî nêzikî 3 salan dadgeha bilind biryar da ku, kongreya CHPê ya sala 1923ê hati li darxistin betal e û hemî dezgehên di vê kongreyê de hatin hilbijartin betalin û divê serokê ji berî Kongreya 2023ê yanî Kemal Kiliçdaroglu û hevalên xwe cardin werin ser desthilatiya Partiyê.
Piştî vê biryara Dadgehê qada siyasî li Tirkiye ketê di nava niqaşek din de. Gelek serokên partiyên muxalefetê ev yek wek “Dîzaynek Siyasî” ku ji aliyê hukumetê ve tê kirin nirxandin. Piraniya Partiyên muxalefetê li gel Ozer hevdîtin pêkanîn û pişgiriya xwe dan diyarkirin.
DEMê jî pêwendî Ozgur Ozer re danî û pişgiriya xwe jêre dan xûyakirin. Wek din piraniya partiyên çep jî heman tişt kirin.
Ji Devlet Bahçelî jî daxûyaniyek ragihand û got: Divê CHPê de Kiliçdaroglu û Ozgur Ozer li hevbikin rêyek hevbeş peydabikin. Heta got ku, divê Kiliçdaroglu ji bo Ozer xwe bide aliyekî. Yanî Bahçelî jî bi awayekî pişgirî da Ozer lê ev yek bi rêyek din kir.
Wezîrê Dadê daxûyaniyek da û got: Ev biryara dadgehê ye gerek herkes vê yekê qebûl bike û rêzê lê bigre. Deriya îtiraza vekiriye CHP dikare îtiraza xwe bike. Ev daxûyaniya wezîrê Dadê di heman demî de wek helwesta hukumetê û Ak Partiyê jî hate nirxandin.
Piştî biryarê Kiliçdaroglu xwest bi rêya telefonê li gel Ozer biaxêve, lê Ozer bersiva telefona wî neda . Ozer dibêje emê li berxwe bidin û em partiyê radestî Kiliçdaroglu nakin. Bi vê mebestê jî niha serî li Komiteya Bilind a Hilbijartina dane. Ka çi biryar derdikeve nayê zanîn.
Lê rastiyek heye ku, eger ev biryara dadgehê ji aliyê dadgehek bilindtir ve neyê xirakirin. Li gora qanûnên partiyên siyasî li Tirkiye Kiliçdaroglu cardin bi fermî serokê CHPê ye.
Yanî sibehî hilbijartinek pêşwext bê kirin ku, CHPê ev gelek daxwaz dikira, CHP di serokatiya Ozer de nikare tevlî vê hilbijartinê bibe. Ji ber ku qanûnî statûya Ozer û desthilata CHPê ya niha tûneye.
Bê guman li ser vê yekê gelek niqaşên cuda têne kirin. Lê rastiyek heye ku, bi çi awayî be sibehî hilbijartinek pêşwex bikeve rojeva Tirkiye de, CHP bi temamî têkdiçe û AK Partî cardin bê bedîl û bê mixalefet serdikeve.
Xalek din heye: Niha CHPê yanî Ozgur Ozer û hevalên wî partiyek nû ava kirine. Ozer dibêje ku;” Me ev parti avakiriye ji bo eger CHPê bi biryara dadgehê bê girtin emê di vê partiyê de xebata xwe berdewam bikin.”
Niha hinek nirxandinan de dibêjin ku, ihtimala Ozer û hevalên xwe ji dev CHPê berdin û herin vê partiya ku avakirin de.


