Polîtîk

Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî civiyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Falih Zeydî li Hewlêrê civiyan û pêvajoya pêkanîna hikûmeta nû ya federal gotûbêj dikin.

Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî ligel şandeke Çarçoveya Hevahengiyê îro 2ê Gulanê gihîşt Hewlêrê û ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî civiya. 

Pêş vê civînê, Zeydî li Pîrmamê ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve hatibû pêşwazîkirin. 

Li gorî daxuyaniya nivîsgeha ragihandinê ya Serokwezîrê raspartî, i civînê de tekezî li ser giringiya yekxistina dîtin û helwestên aliyên siyasî hate kirin. Her du aliyan li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz lihev kirin; hikûmeteke weha ku şiyana wê ya rûbirûbûna astengiyan û derbaskirina qeyranan hebe.

Herwiha hate diyarkirin ku divê hikûmeta nû bibe bingeha xurtkirina aramî û geşepêdanê li Iraqê, da ku daxwaz û xwastekên hemû pêkhateyên gelê Iraqê bicih bîne.

Şandeke bilind a Çarçoveya Hevahengiyê di vê serdana xwe de ligel Serokwezîrê raspartî Elî Zeydî ye ku ji Muhsîn Mendelawî, Ebdulhuseyn Mûsewî, Falih Feyad û Ebbas Amirî pêk hatibû.

Îro berî nîvro, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Falih Zeydî kiribû.

Back to top button