Rewrismeka Trump de dengê teqîna çekan hat..
Donald Trump, ku cara yekem wekî serok beşdarî şîva Komeleya Peyamnêrên Qesra Spî bû, demek kurt ji berî axaftina wî, dengê 4 heta 6 guleyan di holê de hat bihîstin, Trump bi lez û bez ji qada çalakiyê ya Otêla Hilton hat derxistin.
Di dema çalakiya ku bi zindî dihat weşandin de, demek kurt piştî destpêkirina xizmeta şîvê, deng zêde bû û tîmên ewlehiyê yên Trump bi çekên lûleyên dirêj ser sehneyê.. Mêvan ketin panîkê û hewl dan ku xwe weşêrindi bin maseyan de biparêzin.

Di cih de Trump, xanima w, Wezîrê Derve Marco Rubio û endamên kabîneyê, ji holê derxistin. Hat ragihandin ku di bûyerê de kes birîndar nebûye .î
Êrîşkar, bi hinek çekên giran xwe amadekirîbş li xalek akontrolê hate sekinadin û wî di cih de gule barandin. Demek kurt de ji aliyê ji karmendên ewlehiyê ve hat “bêbandorkirin”. Medyaya Amerîkî ragihand ku êrîşkar zilamekî 30 salî bû. Serokê Amerîkayê wêneyekî êrîşkar piştî girtina wî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir
Piştî bûyerê, Serokê Amerîkayê Trump li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku êrîşkar hatiye girtin. Trump got: “Ajanên Nehênî û hêzên ewlehiyê karekî mezin kirin. Wan bi lez û bez û wêrek tevgeriyan. Êrîşkar hate girtin, û min şîret kir ‘bila pêşandan berdewam bike’, lê em ê bi tevahî li gorî rêwerzên hêzên ewlehiyê tevbigerin. Ew ê di demek kurt de biryarek bidin. Ew biryar çi dibe bila bibe, ew ê ji ya ku îşev hatibû plankirin pir cûda be, û em ê neçar bimînin ku wê ji destpêkê ve ji nû ve bikin.”

Di demek kurt de, Donald Trump daxuyaniyek din da û got ku, ew ê di nav 30 xulekan de li Qesra Spî civîneke çapemeniyê li dar bixe. Serok Trump li ber kamerayên Qesra Spî axivî û got ku ajanekî Xizmeta Nehênî ji nêz ve hatiye gulebarankirin lê bi saya çakêtê xwe yê gulebaranê sax maye.
Di bersiva pirsekê de, Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê diyar kir ku ew “nafikire ku êrîş bi şerê Îranê ve girêdayî ye.”

Avahiya ku bûyer lê qewimî wekî otêla Washington Hilton hate nas kirin, ku Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Ronald Reagan di 30ê Adara 1981an de lê hatibû gulebaran kirin.


