Ehmed El-Hîlalî: Me li ser yek yasa, yek artêş, yek ala û yek welat li hev kiriye

Berdevkê tîma Serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê Ehmed El-Hîlalî ragihand ku, karmendên “Rêveberiya Xweser” li Qamişlo nehiştin karmendên hikûmetê koşka dadê li bajêr wergirin.
Ehmed El-Hîlalî da zanîn, piştî wergirtina Koşka dadê li Hesekê, duh me berê xwe da Qamişlo ji bo wergirtina koşka dadê li wir, lê kesên li koşkê rêgirî li wergirtina karmendên hikûmetê ji koşkê re kir.
Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê got jî, tevî destêwerdana hin mafnasên “Rêveberiya Xweser” ji bo çareserkirina pirsgirêkê, lê destêwerdana wan bê encam bi dawî bû, û tu demek ji bo wergirtina koşkê nehat destnîşankirin.
*”Divê hemû sazî werin radestkirin”
Ehmed El-Hîlalî da zanîn, Wezarata Dadê wezareteke serwerî ye û divê hemû sazî di bin sêwana wê de kar bikin û li gorî rêkeftina bi HSDê re divê hemû saziyên HSDê tevlî saziyên hikûmetê bibin û me li ser bingeha yek yasa, yek artêş, yek ala û yek welat li hev kiriye.
El Hîlalî di dawiya daxuyana xwe de da zanîn ku, Li gorî rêkeftina bi HSDê re divê hemû avahiyên hikûmetê werin wergirtin û saziyên HSDê werin tevlîkirin û tu şûngir ji vê rêkeftinê re tune ye.


