Polîtîk

YNKê Parêzgariya Kerkûkê radestî Eniya Tirkmenî kir..!

Mihemed Seman wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê hat hilbijartin û Rêbiwar Teha dê bibe alîkar.

Herwiha dê di Birêvebiriya parêzgehê de guherînên din jî werin kirin.

Piştî ku Rêbiwar Teha dev ji posta Parêzgariya Kerkûkê berda, Meclisa Parêzgehê civiya Gruba PDKê tevlî civînê nebû. Serokê Eniya Tirkmenan Mihemed Seman bi piraniya dengan wekî parêzgarê nû yê Kerkûkê hilbijart.

Mihemed Seman di yekem konferansa xwe ya rojnamegeriyê de got, “Me dawî li hesreta xwe ya 100 salî anî û niha Tirkmenek parêzgarê Kerkûkê ye.”

Di Meclisa Parêzgeha Kerkûkê de 16 endam hene. YNKyê 5 kursî, PDKyê 2 kursî, Ereban 6 kursî, Tirkmenan 2 kursî û Mesîhiyan jî kursiyek heye.

Divê bê gotin ku, Kerkûk ji roja roj ve heta niha deverek herî nakok e di nava Bexdayê û Hewlêr de. Bi salan ji dema Sadam heta wek vê gavê, ji bo Kerkûk ji Kurdeyatiyê bê şûştin gelek plan û program hatin çêkirin,gelek leyiztik hatin kirin. Lê li himber her fehbaziyê Kerkûk wek Bajarek Kurdistanê ma.

Eve du cara YNK Kerkûkê difroşe,cara yekem bi xiyaneta 2017ê Kerkûk radestî milîsên Heşda Şeibî hate kirin û ev yek bû sedem ku, bi dehê hezaran Kurd ji Kerkûkê derketin û Kerkûk ber bi erbûnê ve birin.

Parêzgerê Kerkûkê yê Nû Mihemed Seman

Niha jî parezgerê kerkûkê bi dengên YNKê radestî Eniya Tirkmenî kirin.. Lê mixabin yan ev leyiztik û xiyanet nayê dîtin, yan jî hesabê gelek aliyan tê. Divê her kurdek di derbarê radestkirina Kerkûkê bi akilan hizir bike û bibe xwedî helwest.

YNK eşkere roj bi roj gav bi gav ji bo statûya herêma Kurdistanê têkbide berbi Bexdayê ve gava tavêje. Di bingehê xwe de, pirsa çênekirina hukumeta Herêma Kurdistanê piştî hilbijartina ev e.

Back to top button