Serok Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê Rewşa Herêmê û Pêvajoya Siyasî Gotûbêj Kirin

Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li Patrick Durel, Balyozê Fransayê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de, di derbarê geşedanên dawî yên rewşa herêmê û bandorên şer li ser asayîş û aramiya li Rojhilata Navîn û cîhanê de danustandina bîr û ramanan kirin. Herwiha wan hêvî xwest ku agirbest berdewam bike û rê ji bo bidawîkirina şer û pêkanîna aştiyê de xweş bike.
Serok Nêçîrvan Barzanî pesna hewldanên Fransayê û Serok Emmanuel Macron kir, ku her dem bi navê aştî û aramiya li Rojhilata Navîn de rola xwe lîstiye û piştgiriyê li Iraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Pêvajoya siyasî li Iraq û Herêma Kurdistanê, mijareke din a hevdîtinê bû. Di wê de, tekez li ser girîngiya gotûbêj û lihevkirina aliyan ji bo çareserkirina pirsgirêkan kirin.
Di hevdîtinê de, birêz Yan Braem, Konsulê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, amade bû.

