Polîtîk

“Ciwanên Şoreşger” terorîstin û li dijê civata kurd tawanbarin.

Li Rojavayê Kurdistanê rêxistina girêdayê PKK/PYD/HSDê ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” rêxistinek ku ji ciwanên PKKê pêkdihat û erka wan ew bû ku di civata Kurd de terorê bi kar bînin. Bi sedan zarokên temen biçûk ji malên wan direvandin û dibirîn radestî hêzên HSD/PKKê dikiran û di demek kin de ew bi çek dikiran û rêdikiran eniyên şer. Bi dehan ji van zarokan di şerê xelkek din de şehîd ketin.

Gelek cara dibûya hewara dêûbabên zarokan û doza wegera zarokên xwe dikiran. Lê mixabin kesek guh ne dida wan. Herweha heman gruba terorîst êrîşê bi dehan xwepêşandanên ENKSê kirin û Ala Kurdistanê dişewitandin. Ji aliyek din ve wan di dehê caran êrîşê avahiyên ENKSê û PDKS dikiran dişewitandin û sivikahî li Ala Kurdistanê dikiran.

Heta wek îro di hinek deverên Kurdistana rojava de hewlên xwe yên qirêj didomînin,duhî zarokên Kurda direvandan radestî HSDê dikiran û îro hewldidin wan radestî desthilata Şamê bikin.

Ev grub grubek terorîst e û li dijê hemû nirxên civata kurd tawan kirine. Gerek her rojekî ew bêne darizandin û bi rêya dadê cezayê tawanên xwe bibînin.

Heta hesabê van zarokan neyê pirsîn li rojavayê Kurdistanê de aramî û aşitiyek civakî pêknayê.

Back to top button