Polîtîk

Bi 4 dronên bombekirî êrîşê Kurdistanê kirin

 Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku, ji bo cara duyê piştî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de êrîşî Herêma Kurdistanê hat kirin.

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek li ser êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê belav kir.

Wezareta Navxwe ragihand: “Piştî ragihandina agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de, ev cara duyê ye ku bi dronên bombekirî êrîşî Herêma Kurdistanê tê kirin.”

Wezareta navbirî eşkere jî kir: “Îro di çend demên cuda de bi çar dronên bombekirî êrîşî Herêma Kurdistanê hat kirin.”

Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa tekez li ser helwesta neguher a Herêma Kurdistanê kir ku, parek ji şer nebûye. Herwesa daxwaz jî kir ku, aramî û tenahiya Kurdistanê û ewlehiya welatiyan zêdetir nebin armanc.”

Back to top button