Polîtîk

Barzanî li gel Zana û Baydemîr rewşa Rojava nirxand

Îro şemî 14.12.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya xanima Leyla Zana Parlementerê Tirkiye û Osman Baydemîr Serokê Bajarvaniya Mezina Amedê kir.

Li hevdîtinê de şanda mîhvan xweşhaliya xwe ji bo rexsandina hevdîtina li gel Serok Barzanî nîşanda. Li vê civînê de pêvajoya aştî li Tirkiye û rêyên berev pêşvebirinê û ew astengên ku têne ber pêvajoya aştiyê xistin ber behs û guftûgoyê li ser kirin.

Li mijareke dinê vê hevdîtinê de pêvajoya Rojavayê Kurdistanê û peydakirina çareseriyek ji bo kêşên Rojavayê Kurdistanê nirxandin.

Back to top button