Nêçîrvan Barzani: Ev nayê qebûlkirin

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani, êrîşa bi droneyan li ser malek li gundê Zergezawî yê Hewlêrê, ku du kes kuştin, bi tundî şermezar kir.
Nêçîrvan Barzanî sersaxiyên xwe ji malbatên şehîdan re şand û bang li Hikûmeta Federal a Iraqê kir ku, erk û berpirsiyariya xwe bicîh bîne da ku pêşî li van sûc û êrîşên terorîstî yên ku careke din çênebin bigire.
Peyama Serok Nêçîrvan Barzani
Ez êrîşa terorîstî ya ku duh derengiya şevê li ser mala welatiyek li gundê Zergezawî yê parêzgeha Hewlêrê hat kirin, ku di encamê de du cot şehîd bûn, bi tundî şermezar dikim.
Ez sersaxiyên xwe yên kûr ji malbatên şehîdan re dixwazim. Ez ji Xwedê dixwazim ku giyanê wan bi rehma xwe şad bike û aramî û teselî bide malbatên wan.
Ev êrîş nayên qebûlkirin û bi tevahî red kirin. Divê Hikûmeta Federal a Iraqê erk û berpirsiyariya xwe bicîh bîne da ku pêşî li van sûc û êrîşên terorîstî yên ku careke din çênebin bigire.
Nêçîrvan Barzani
Serokê Herêma Kurdistanê Herêm
07-04-2

