Cîhan

Centcom amarên şer ên nû belav kir

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) amarên herî dawî yên şer belav kir. Li gorî artêşa Amerîkayê, zêdetirî 13,000 hedef li hundirê Îranê hatine lêdan.

Li gorî daxuyaniyê, encamên operasyonan ji destpêka şer di 28ê Sibatê de wiha ne:

Armancên lêdanê: Zêdetirî 13,000 hedef li hundirê axa Îranê hatine bombebarankirin.

Zirara deryayî: Zêdetirî 155 keştî, binav û keştîyên şer ên Îranê hatine wêrankirin an jî bi giranî zirar dîtine.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di vî şerî de çekên xwe yên herî bihêz û pêşketî bi kar anîne.

Ji hewayê: Bombebaranên stratejîk ên B1, B2 Tarmay, B52, F22, F35, F18, F16, F15, helîkopterên Apache, Sea Hawk û dronên Lucas û MQ9.

Li deryayê: Keştiyên balafiran ên nukleerî, binav û keştîyên nukleerî, wêranker û keştîyên êrîşê.

Ji bejahî: Tad, Himars, Patriot û pergalên mûşekên dijî-dronan.

Li gorî Centcomê, hêzên Amerîkî di operasyonê de cihên hesas ên Îranê hedef girtine, di nav wan de:

  • Navendên fermandarî û kontrolê û baregehên Pasdarên Şoreşa Îranê.
  • Navendên îstîxbaratê û pergalên parastina hewayî.
  • Platformên avêtina mûşekên balîstîk û mûşekên dijî-keştî.
  • Kargehên dron û mûşekan, bi depoyên çekan ên bin erdê.
  • Binesaziya piştgiriya leşkerî û navendên ragihandinê.

Centcomê tekez kir ku armanca operasyonê hilweşandina ajansên ewlehiyê yên Îranê ye, ji cihên ku gefên rasterast li ser berjewendiyên Amerîka û hevalbendên wê çêdikin dest pê bike. Ev hejmar di demekê de tên ku şerê Îranê dikeve meha xwe ya duyemîn û Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Tehranê re demek da ku peymanek ji bo vekirina Tengava Hurmuz îmze bike.

Back to top button