Cîhan
Sekreterê Giştî yê NY êrîşa li ser avahiya Nêçîrvan Barzanî şermezar dike..

Stéphane Dujarric, Berdevkê Sekreterê Giştî vyê Neteweyên Yekbûyî di derbarê êrîşa hovane ya li Dihokê li ser avahiya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxûyaniyek ragihand.
Daxûyanî wehaye:
Sekreterê Giştî êrîşa bi dronan a di 28ê Adarê de li ser mala Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzaniyê li parêzgeha Duhokê bi tundî şermezar dike. Ew daxwaza lêpirsînek tavilê û berfireh a li ser êrîşê dike û dixwaze ku berpirsîyarên vî karî bêne darizandin û hesab bidin.
Sekreterê Giştî bang li hemû aktoran dike ku tundûtûjiyê di hemû şêweyên wê de red bikin û ji bo pêşîgirtina li her hewldanek ji bo bi îstîqrarkirina Iraqê bixebitin.


