Polîtîk

PDK-S êrîşa li ser mala serokê Herêma Kurdistanê şermezar dike

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya êrîşa li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û piştgiriya xwe ji siyaseta hekîmane ya Serok Barzanî re nîşan da. 

Polîtbîroya PDK-Sê peyamek bo Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzan şand, tê de got bi mixabinî nûçeya armanckirina mala we li Duhokê ji aliyê grûpên dervî yasayî gihişte me.

*”Armanckirina nirxên mirovî ne”

PDK-Sê tekez kir, Ev êrîş nirxên mirovî û siyaseta serkirdayetiya Herêma Kurdistanê di parastina gelê Kurdistanê û dûrbûnê de ji nakokiyên ku niha li deverê rûdidin, armanc dikin.

Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya her weha got, siyaseta ku serkirdayetiya Herêma Kurdistanê dike xizmeta ewlehî û seqamgîriya deverê dike.

Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya di peyama xwe de got, em bi tundî êrîşa li ser Mala Serokê Herêma Kurdistanê şermezar û red dikin, û piştgiriya xwe jê re û ji siyaseta hekîmane ya Serok Barzanî re nîşan didin.

Back to top button