Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzani peywendiyeke telefonî ji Serokê Îmarata Erebî ya Yekbûyî wergirt

Serok Nêçîrvan Barzani şeva Şemiyê ji Serokê Îmaratên Erebî yên Yekbûyî Şêx Mihemed bin Zayed Al Nehyan telefon wergirt.

Di axaftinê de, Serokê Îmaratên Erebî yên Yekbûyî Şêx Mihemed bin Zayed Al Nehyan êrîşa îro ya bi droneyan li ser mala Serok Nêçîrvan Barzani li Duhokê bi tundî şermezar kir û piştgiriya welatê xwe ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê û parastina ewlehî û aramiyê dubare kir.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzani ji bo têkiliyên wî û piştgiriya berdewam a Îmaratên Erebî yên Yekbûyî ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê spasiya Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bin Zayed Al Nehyan kir.

Di mijareke din a civînê de, pêşketinên dawî yên li herêmê û encamên şer hatin nîqaşkirin û her du aliyan girîngiya hewldanên ji bo bidawîanîna şer û xurtkirina aştî û aramiyê tekez kirin.

Back to top button