Serok Nêçîrvan Barzani peyamek ji Balyozê Yekîtiya Ewropayê wergirt

Serok Nêçîrvan Barzani îşev peyamek ji Balyozê Yekîtiya Ewropayê li Iraqê Clemens Semtner wergirt.
Di peyamê de, nûnerê YE li Iraqê û balyozxaneyên welatên endam ên YE êrîşa îro li ser mala Serok Nêçîrvan Barzani li Duhokê bi tundî şermezar kirin. Her wiha kêfxweşiya xwe anîn ziman ku di êrîşê de ti qurbanî çênebûne.
Balyozê YE destnîşan kir ku tundûtûjiya bêberpirsiyar xetereya zêdebûna rewşa hesas a li Iraqê, bi taybetî li Herêma Kurdistanê, çêdike. Wî tekez kir ku divê sûcdar werin darizandin, ji ber ku her êrîşek li ser saziyên dewletê û berpirsên ku nûnertiya Iraq û Herêma Kurdistanê dikin, an jî li ser nûnerên dîplomatîk, kiryarek sûc e û ti mafek wê tune ye.
Peyam bi bangkirina hemî aliyan bi dawî bû ku piştgiriyê bidin hewldanên ji bo dîtina çareseriyek aştiyane li hundirê Iraqê û piştgiriyê bidin destpêşxeriyên dîplomatîk ji bo bidawîkirina şerê li herêmê.
Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzani spasiya peyam û helwesta Balyozê YE û welatên endam ên wê kir ji bo şermezarkirina êrîşê û piştgiriya aştî û aramiyê.

