Cîhan
DYA:Êrîşa li ser avahiya taybet a Serokê Herêma Kurdistanê şermezar dikin.

Amerikayê bi daxûyaniyekî çapemeniyê êrîşa li ser avahiya serokê Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar dike.
Daxûyaniya DYA bi weha ye:
Dewletên Yekbûyî bi awayekî teqez û bi hêz êrîşên terorîstî yên hovane yên ku ji aliyê milîsên terorîst ên Îranê yên li Iraqê ve hatine kirin, li ser mala taybet a Serokê Herêma Kurdistanê yê Iraqê Nêçîrvan Barzanî şermezar dike.
Ev kiryarên Îran û milîsên wê yên wekîl, êrîşeke rasterast e li ser serwerî, aramî û yekitiya Iraqê ye.Em bi temamî red dikin wan kiryarên terorîstî yên bêserûber û qels ên ku Îran û milîsên wê yên terorîst li Herêma Kurdistanê ya Iraqê û li seranserî Iraqê belav kirine.


