Hewldana Partiya Kurdistanî li Batmanê civiya
Hewldana Partîyek Kurdistanî(HPK) piştî civînên li Amedê û hinek bajarên din, di 07.12.2013an de li bajarê Batmanê jî civînek sohbet û nasandinê li dar xist. Beşdarên civînê ji gelek beşên civakê pêk hat. (Wek mînak: Doktor, mîmar, mamoste, sendîqavan, mitahît, asîstan û şagirtên zanîngehê). Di zik hev de 39 beşdarvanên civînê bûn û bi temenê xwe di navbera 28 û 30 salî de bûn.
Civîn 3 seetan di çarçoveyek pir paş û coş de derbas bû. Beşdarvanên civînê bi vê projeya avakirina partîyek Kurdistanî keyf xweşî û serbilindîya xwe diyar kirin. Herwiha piştgirî û cîgirtina di nav hewldanê de anîn ser zimên. Ciyê keyfxweşîyê ye, gelek kesên ko daxwaza xwe ya beşdarbûna di nav xebata avakirina partîyek Kurdistanî de bi riya hin beşdarvanan dan nîşandan, hetanî demek nêz di nav hêzên PKK ê de kar dikirin. Lê bela HPK ev civîn di çarçoveyek teng û bi hevalên ku wê di xebatên îroyîn de jî cih bigrin de xwe bi sinor kiribû, bû sebebê nebeşdarbûna wan kesan. Divê em bi serbindî ji temamê terefgirên xwe re bêjin ku bayê xebata Kurdistanî Apoçî jî dan ber xwe û berevajî berê îcar Kurdistanî xwe ji nav Tirkiyatîyê dûr dixin û tên nav refên xebata Kurdistanî. Bi taybet piştî avakirina Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), êdî Kurdperwerên ku bi can û malê xwe kedek mezin dabûn û dane, bawer dikin ku Kurd êdî ji doza Kurdistanê tên dûrxistin û hinek alî dixwazin Kurdan di nav hevîrê Tirkîyatîyê de ji holê rakin.
Di vê dema ku tevgera azadîxwaza gelê Kurd dikeve bin bandor û rêveberîya Tirk û kesên Tirkîyeperest de, Kurdên welatperwer û Kurdperwer divê xwe li hev kom bikin, di nav refê tevgerek Kurdistanî de bên cem hev, li keda xwe xwedî derkevin û ew nirxên ku bi xwîna hezaran keç û xortên Kurd hatine bidestxistin heba nebin û nekevin bin xizmeta siyaset û îdeolojîya dagîrkerên Kurdistanê.
Em wek HPK bi dilfirehî tînin ser zimên ku, em amadene bi temamê Kurdistanîyan re di bin sîwana Hewldana Partiyek Kurdistanî de kar bikin.
Gelî Kurdistanîyan, werin em bi hevre mafê welatê xwe yê rewa bidestxin. Werin em bi hevre ala Kurdistanê li asîmanan bidin pêlandin. Werin em bi hevre pêşeroja gelê Kurdistanê ava bikin.
Bila serkeftin a Kurd û Kurdistanîyan be.