CîhanRojev

Welatên G7 êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin

 Welatên G7 (Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Kanada û Japonya) û Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyaniyeke hevpar belav kir.

Di daxûyaniyê de, êrîşên Îranê û hêzên wekil li ser welatên herêmê hate şermezarkirin.Taybetî êrîşên li ser nûnertiyên dîplomatîk û jêrxana enerjiyê yên li Herêma Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên Îranê rasterast gefê li ewlehiya herêmî û cîhanî dixwin û daxwaz hat kirin ku hemû operasyon “yekser û bê merc” werin rawestandin.

Yek ji xalên herî balkêş ên daxuyaniyê, li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bû.

Di daxûyaniyê de dibêje:

“Em êrişên Îranê û milîsên Îranê yên li Îraqê û Herêma Kurdistanê şermezar dikin”

Back to top button