NATO tirsonek e û em vê ji bîr nakin

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Înê bi tundî rexne li NATOyê kir û got ku hevpeymaniya transatlantîk bêyî Amerîkayê “pilingê kaxezî” ye û redkirina hevalbendan ji bo piştgiriya hewildanên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê bi tundî şermezar kir.
Di postek li ser platforma Truth Social de, Trump careke din NATO ji ber nebûna piştgiriyê di êrîşên li dijî Îranê de kir armanc. Trump, bi gotinên tund, NATO wekî “tirsonek” bi nav kir. “Wan nexwest tevlî şerê rawestandina Îraneke xwedî çekên nukleerî bibin. Niha ku ev şer bi awayekî leşkerî hatiye qezenckirin û xetera wan pir kêm e, ew ji bihayên bilind ên petrolê yên ku divê bidin gazinan dikin; lê ew naxwazin alîkariya vekirina Tengava Hurmuzê bikin, ku ev yekane sedema wan bihayên bilind ên petrolê ye, ku manevrayek leşkerî ya hêsan e,”
Trump got: “NATO bêyî me pilingêk bi kaxezî ye. Tirsonekin, em ê vê yekê ji bîr nekin!”


