Polîtîk
Newroz bi şîara dewletbûna Kurda hate pîroz kirin

Tevgera Vejînê ya Kurdistanê îsal Newroz li ser Pira Mala Badê ya dîrokî ya li navçeya Farqînê pîrozkirin.
Endamên tevgerê piştî fitarê xetîrên xwe pêxistin û agirê newrozê geşkirin.
Tevgera Vejînê bi daxuyaniyekê bangî ciwanan kiribû ku bi alayên rengîn li ser Pira Mala Badê kom bibin û pîrozbahiya Newrozê li dar bixin.
“Paytexta Merwaniyan”
Tevgera Vejînê ya Kurdistanê ku her sal di Newrozê de li cih û warên cuda ahengên cihêreng li dar dixe, îsal ji ber girîngiya wê ya dîrokî Farqîn hilbijart.
Birêvebirê Tevgera Vejînê ya Kurdistanê Ferît Azad daxûyaniya xwe de got:
“Farqîn paytexta dewleta Merwaniyan bû ku ew dewleteke Kurdan bû. Loma jî me xwest ji ber sembola dewletbûnê em Newrozê li vir pîroz bikin.”

