Dosya

Bîlançoya êrişan a li Herêma Kurdistanê eşkere bû

Ji 28ê Sibatê ve bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin.

Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji wê rojê ve bi 337 dron û mûşekan êrişî her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Di nav wan de şeva borî Hewlêr bi 8 dronan hat armanckirin.

Li gorî şopandina Rûdawê, ji roja yekem a êrişan ve li Herêma Kurdistanê 8 kesan canê xwe ji dest da û 45 kes jî birîndar bûn.

Êrişên dawî

Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, duşemê bi 9 dron û mûşekan êrişî parêzgeha Hewlêrê hat kirin.

Hinek ji wan bi dengê xwe yê bilind di nav welatiyan de tirs çêkir.

Di navbera saet 19:00 û 22:00an de 4 dron avêtin Hewlêrê.

Sê ji wan ji aliyê pergala parastinê ve li esman hatin xistin û yek ji wan jî li taxa Azadîyê li Birêveberiya Bazirganî û Kel û Pelên Xwirekê ya Hewlêrê ket û bû sedema ziyana madî.

Her wiha şeva borî di navbera saet 22:00 û 00:00an de, Hewlêr bi çar dronên din hat armanckirin.

Ew dron jî ji aliyê pergala parastinê ve hatin têkşikandin.

Li navçeya Koyê ya parêzgeha Hewlêrê bi dronekê êrişî kampa malbatên Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hat kirin.

Çavkaniyekê ji wê partiyê ji Rûdawê re got, “Ziyana canî çênebû.”

Ji ber êrişên doh, beşek ji Birêvebiriya Bazirganî û Kel û Pelên Xwirekê ya Hewlêrê şewitî û ziyan gihiştê.

Her wiha ziyanên madî gihiştin çend otomobîlên welatiyan ên li nêzîkî cihê ku dron lê ketiye.

Qurbaniyên êrişên 17 rojan

Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji 28ê Sibatê ve bi 337 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Ji wê hejmarê 280 dron û mûşek avêtin Hewlêrê û navçeyên wê, 50 dron û mûşek avêtin Silêmaniyê û navçeyên wê.

Her wiha ji destpêka şer ve 5 dron avêtin parêzgeha Duhokê an jî li navçeyên wê ketine xwarê û 2 dron jî avêtin Helebceyê.

Li gorî amaran, ji 28ê Sibatê ve 8 kesan canê xwe ji dest daye û 45 kes jî birîndar bûne.

Yek ji qurbaniyan karmendê Ewlehiyê yêBalafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû.

6 kes Pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn; 2 ji wan li Hewlêrê, 2 li parêzgeha Silêmaniyê û 2 jî li navçeya Başîkê ya Deşta Nînovayê bûn.

Her wiha 12ê Adarê leşkerekî Fransayê li Hewlêrê canê xwe ji dest da.

Li gorî amarên Rûdawê, di nav birîndaran de sê karmendên ewlehiyê yên Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, 2 parêzvanên taybet ên Baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê û parêzvanekî Otêla Titanicê ya Silêmaniyê hene.

Di nav birîndaran de 13 sivîl jî hene: Yek ji wan li Hewlêrê motorsîkletvanekî kuriyeyê bû, kesek li Kampa Bacid Kendalê ya Zaxoyê birîndar bû, perestarek li Kampa Azadiyê ya Koyê birîndar bû, 3 sivîlên ji Rojhilatê Kurdistanê li Kampa Zewî Spî ya Koyê birîndar bûn û zarokek jî li taxa Qalawayê ya Silêmaniyê birîndar bû.

Her wiha 2 welatî li Kampa Cejnîkanê ya Hewlêrê birîndar bûn û ber destê sibehê jî 4 welatî li taxeke Hewlêrê birîndar bûn.

Her wiha di encama êrişan de 2 endamên hêzeke ewlehiyê yên li nêzîkî Hewlêrê, 18 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 6 leşkerên Fransayê birîndar bûn.

Ew navçeyên ku hatine bombebarankirin

Parêzgeha Hewlêrê

Dron û mûşek li van navçe û taxan ketine xwarê: Mela Qere, Karêzan, Kampa Zewî Spiyê, Kampa Cejnîkanê, Kanî Qirjaleyê, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Fermanberan, Sêbîran, Rewşenbîrî, Jiyan, Kurdistan, Newroz, Gundê Koreyl, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Kampa Azadiyê, Çoman û Soran.

Parêzgeha Silêmaniyê

Silêmanî, Mêrgepan, Qalawa, taxa Beranan, Cadeya 60 Metreyî, gundê Zirgwêzê, gundê Zirgwêzeleyê, nahiyeya Sûrdaş, qezaya Kifrî, hêzên Fermandariya Pêşmerge, taxa Taslûceyê û Çiyayê Zimnako.

Parêzgeha Duhokê

Qada petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kendalê û Akrê.

Parêzgeha Helebceyê

Çiyayê Şinirwê.

Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê 28ê Sibatê dest pê kir û ji roja yekem a şer ve êrişên li Herêma Kurdistanê dest pê kirine.

Piraniya êrişên li hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Îranê ve hatine kirin.

Her wiha komên çekdar ên Şîe yên li Îraqê ku Îran piştgiriya wan dike, berpirsiyariya piraniya êrişên li ser Herêma Kurdistanê girtine ser xwe.

Back to top button