Helebçe wekî şahidek zindî ya dîrokê di wîcdanê cîhanê de dimîne..

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebet asalvegera kîmyabarana Helebçe peyamek ji bo raya giştî ragihand. Serokê Herêmê di peyama xwe de dibêje: Em hemû deyndarê xwîna şehîdan in û baştirîn wefadarî ji bo canê wan ê pak, xebata hevpar e ji bo dûrxistina metirsiyan ji gel û axa Kurdistanê.
Peyama Serok Nêçîrvan Barzanî:
Di 38mîn salvegera kîmyabarankirina Helebçeyê de, em bi rêz û rûmetê cangoriyên bêtawan ên wê karesatê bibîr tînin, ku di 16ê Adara 1988an de ji aliyê rejîma wê demê ya Iraqê ve li hember gelê Kurdistanê hate encamdan û wê herdem wekî birîneke vekirî ya niştiman bimîne. Em serê xwe li hember canê pak ê şehîdên Helebçe û tevahiya Kurdistanê ditewînin. Silavên germ ji kesûkarên wan ên serbilind û hemû cangoriyan re dişînin.
Helebce ne tenê hewldaneke tunekirina fîzîkî ya Kurdan bû, lê di heman demê de tawaneke li dijî mirovahiyê û êrîşeke hovane li ser îradeya gelekî bû ku tenê daxwaza jiyan û azadiyê dikir. Helebçe wekî şahidek zindî ya dîrokê di wîcdanê cîhanê de dimîne, da ku li ku dera cîhanê dibe bila bibe, mirovahî jê dersan bigire û rê li ber dubarebûna her cure komkujiyê bigire.
Di vê bîranînê de, tekez li ser berpirsiyariya hikûmeta federal a Iraqê li hember Helebçe û cangoriyên wê dikin. Li gorî biryara Dadgeha Bilind a Tawanan a Iraqê, ku kîmyabarankirina Helebçeyê wekî jenosîd nas kir, divê bi awayekî hêja qerebûyê cangoriyan bike, da ku dadperwerî ji bo cangoriyan pêk were. Herwiha, li Herêma Kurdistanê jî divê baştirîn xizmet û çavdêriya pêwîst ji bo mexdûrên wê tawanê bê pêşkêşkirin.
Îro ku herêm di rewşeke şer a metirsîdar re derbas dibe, li ser milê me hemûyan erka neteweyî ya giran e ku em Herêma Kurdistanê biparêzin. Di vê rewşa hestiyar de, yekîtî û yekbûn take rê ye ji bo parastina destkeftiyan û rûbirûbûna astengiyan. Em hemû deyndarê xwîna şehîdan in û baştirîn wefadarî ji bo canê wan ê pak, xebata hevpar e ji bo dûrxistina metirsiyan ji gel û axa Kurdistanê.
Tevî hemû zehmetî û astengiyan jî, em bi hêviyeke mezintir li paşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê dinêrin û em piştrast in ku siberoja gelê Kurdistanê geş e. Silav li canê pak ê şehîdên Helebçe û hemû şehîdên Kurdistanê.
Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
16/03/2026


