Polîtîk

Şevîdin 17 dron avêtin Hewlêr..!

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw da zanîn ku şeva bûrî Hewlêr bi 17 dronan hat armanckirin hemû jî li esmanê wê hatin teqandin û xistin.

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di daxuyaniyekê de diyar kir ku ziyanên canî ji wan êrîşan tune ne.

Dronek li maleke gundê Korî yê Hewlêrê ket û ziyan bi tenê madî bûn.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Tajani êrîşa li ser bingeha Îtalî li Hewlêrê bi tundî şermezar kir û got, leşkerê me hemû selamet in.

“Herêma Kurdistanê ne qada şer e”

Ji destpêka şerê Emerîka û Israîlê li dijî Îranê, rojane Herêma Kurdistanê bi mûşek û dronan tê armanckirin, sîstema berevaniyê ya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li esmên wan diteqînin.

Serok Mesûd Barzanî her dem tekez dike ku Herêma Kurdistanê nabe beşek ji şer û nahêle Herêma Kurdistanê bibe qada şer.

Her weha bang li Hikûmeta Iraqê dike ku bi erkê xwe rabe û sînorekî ji grûpên ku Herêma Kurdistanê armanc dikin re, deyne.

Back to top button