Civak

ENKS kuştina Ela Emîn di zîndanên PYD de şermezar dike

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî tawana kuştina ciwanê bi navê Ela Emîn şermezar kir û banga lêkolîneke zelal û sizadana tawankaran kir.

ENKS îro di daxuyaniyekê de got ku kuştina Ela Emîn di zindanên rêveberiya PYDê de dûr ji rewiştên civaka Kurdî û yasayên mirovî ye.

Daxuyaniyê da zanîn ku ev tawan û tawanên din ên ku çêbûne dilgiraniyê li cem xelkê çêdikin derbarê rewşa girtî û wendakiriyên neçarî.

*Lêkolîneke zelal

ENKS banga lêkolîneke zelal û serbixwe bi serperiştiya rêxistinên mirovî kir ji bo eşkerekirina hûrgiliyên tawanê û sizadana tawankaran.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî tekezî li ser giringiya girtina rê li pêş bûyerên bi vî rengî û spîkirina zindanan ji bo parastina ewlehiya civakê û tevna wê kir.

Back to top button