Geşedanên derbarê şerê bi Îranê re rojeva siyasî ya li Enqerê jî guhertiye.
Rojeva siyasî ya Tirkiyeyê li gorî pêşketinên li Rojhilata Navîn dest bi guhertinekî dike. Rageşiya zêde û îhtîmala şerê di navbera Îran û DYA de bûye mijara sereke ya nîqaşên li Enqerê, û di civîna dawî ya Komiteya Rêveberiya Navendî ya AK Partiyê de guhertinek neçaverêkirî di rojevê de çêbû.
Di civînê de, nirxandina berfireh a Wezîrê Derve Hakan Fîdan a li ser şerekî muhtemel bi Îranê re bû mijara sereke.
ANALÎZA HAKAN FÎDAN A LI SER ŞEREKÎ BI ÎRANÊ RE ROJEVÊ DIGUHERÎNE
Civîn di destpêkê de ji bo nîqaşkirina mijarên cûrbecûr hatibû plankirin. Lêbelê, lezbûna pêşketinên li Rojhilata Navîn rwşa civînê guherand, ûdaxwazî hatkirin ku, Wezîrê Derve Hakan Fîdan pêşkêşiyek berfireh li ser şerekî muhtemel bi Îranê re pêşkêş bike.
Hat hînbûn ku pêşkêşiya Fîdan bi taybetî balê dikişîne ser aliyê stratejîk û bandora gerdûnî ya şer.
Di pêşkêşiyê de nirxandinek hebû ku stratejiya şerê Îranê dibe ku li ser pêvajoyek demdirêj a windabûnê be. Di vê çarçoveyê de, hate gotin ku dibe ku Îran bi karanîna hêmanên erzantir lê bi bandor ên wekî dron û mûşekan armanc bike ku şer dirêj bike.
Tê gotin ku Amerîka armanc dike ku şer zû biqede û derbeyek giran li şiyanên leşkerî yên Îranê bide.
Di pêşkêşiyê de helwesta krîtîk a Tirkiyeyê di warê pêşketinên li Rojhilata Navîn de hate destnîşankirin.
Hat tekez kirin ku Tirkiye yek ji wan welatên kêm e ku dikare bi her du aliyan re têkiliyê bidomîne ji ber têkiliyên xwe yên dîplomatîk li herêmê û endamtiya xwe di NATOyê de. Her çend girîngiya siyaseta hevseng a Enqerê heta niha hate destnîşankirin jî, hate gotin ku amadekarî li dijî xetereyên gengaz didomin.
Hat gotin ku, armanca sereke ya Tirkiyeyê ew e ku ji şer dûr bimîne, lê hemî îhtimal bi baldarî têne nirxandin.
Di demekê de ku pêşketinên di derbarê şerê bi Îranê re berdewam dikin, pêvajoyek nû jî di parlementoyê de dest pê dike. Partiyên muxalefetê daxwaz kiribûn ku hikûmet agahdarî bide parlementoyê.
Piştî vê daxwazê, Wezîrê Derve Hakan Fîdan plan dike ku pêşkêşiyek berfireh ji bo partiyên muxalefetê, bi taybetî CHP, li Parlamentoyê bike.
Tê payîn ku roja pêşkêşiyê di demek nêzîk de were diyarkirin.
Di vê navberê de, hat hînbûn ku Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler ji koma AK Partiyê re ragihandiye ku ew dixwaze di rûniştina ku li Parlamentoyê were lidarxistin de agahî bide.
Tê gotin ku rûniştina ku tê plankirin ku li Parlamentoya Tirkiyeyê were lidarxistin dê girtî be. Ji ber ku agahiyên ku di rûniştinên girtî de têne parvekirin 10 salan nikarin ji raya giştî re werin eşkerekirin, naveroka civînê ji xwe mijara meraqê ye.
Di derdorên siyasî de, bi taybetî li ser vê yekê nîqaş hene ka gelo Hakan Fîdan dê nêzîkatiya parvekirina agahdariyê ya vekirî û berfireh a ku wî di civînên berê de nîşan daye bidomîne.


