Cîhan

Pêşketinên dawî yên di şerê Rojhilata Navîn de

Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Times of Israel re got ku bidawîanîna şer dê biryarek “hevbeş” bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re be, lê biryara dawî ya Washingtonê ye.

Trump got, “Em bi hev re axivîn, ez ê di wextê rast de biryarekî bidim.”

Mocteba Xameneyî wek serokê nû yê olî hat hilbijartin.

Mocteba Xameneyî 56 salî, kurê Rêberê hatî kuştin Elî Xameneyî ye. ji aliyê Konseya Pisporan ve wekî rêberê bilind ê nû hatiye hilbijartin.

Pasdaran, serokê dadweriyê û Hûsiyan pêşwazî li hilbijartina serokê nû yê olî kirin.

Berê, Îsraîlê gef xwaribû ku “her cîgirekî” bikuje, û Trump gotibû: “Heke ew erêkirina me negire, ew ê zêde nemîne.”

Îsraîl û Îranê hevdu bombebaran kirin.

Piştî destnîşankirina rêberekî nû, Îranê yekem mûşeka xwe avêt Îsraîlê û jinek birîndar kir.

Di bersivê de, artêşa Îsraîlê got ku wan rêze êrîşên nû li ser binesaziya hikûmetê li navenda Îranê dane destpêkirin.

Li Behrêynê 32 kes birîndar bûn

Wezareta tenduristiyê ya Behrêynê dibêje ku 32 sivîl di êrîşa bêmirov a Îranê de li girava Sîtra birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku çar ji wan, di nav wan de zarok jî hene, di rewşek krîtîk de ne.

Êrîşên nû li ser Kendavê

Li paytexta Qeterê Dohayê çend teqîn hatine bihîstin.

Qeter, Erebistana Siûdî, Îmaratên Yekbûyî yên Erebî û Kuweytê jî êrîşên nû ragihandin.

Parastina hewayî ya Qeterê mûşekek xist xwarê. Li Erebistana Siûdî, encama êrîşekî de du kes hatin kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.

Şer li rojhilatê Lubnanê û bombebarana Beyrûtê

Hizbullahê got ku ew rastî hêzek Îsraîlê hatiye ku bi helîkopterekê li rojhilatê Lubnanê daketibû.

Çavkaniyên Hizbullahê gotin ku wan helîkoptereke Îsraîlî xistiye xwarê, lê Îsraîlê ev yek piştrast nekiriye.

Artêşa Îsraîlê roja Duşemê zû binesaziya Hizbullahê li Beyrûtê bombebaran kir.

Dewletên Yekbûyî karmendên xwe ji Erebistana Siûdî vedikişîne

Wezareta Derve ji ber xetereyên ewlehiyê ferman daye karmendên nehewce û malbatên wan ku ji Erebistana Siûdî derkevin.

Bihayên petrolê ji 100 dolarî derbas bûn

Bihayên petrolê yên Brent û Teksasê ji ber gefa şer ji 100 dolarî bermîlek derbas bûn.

Ji destpêka şer ve, petrola Teksasê %75 û ya Brent %60 zêde bûye. Trump dibêje ku ev “bihayek pir piçûk” e ji bo jiholêrakirina gefa nukleerî ya Îranê.

Endeksên bazarên Asyayî daketin

Pîvanên Koreya Başûr û Japonya bi tundî daketin ji ber ku bihayên petrolê ji bo cara yekem di çar salan de ji 100 dolarî bermîlekî derbas bûn.

Leşkerê heftemîn ê Amerîkî hat kuştin

Artêşa Amerîkayê mirina leşkerê heftemîn ê di şer de ragihand piştî ku leşkerek ji ber birînên di êrîşên li ser Erebistana Siûdî de mir.
Şeş leşkerên din di êrîşeke bêmirov de li Kuweytê hatin kuştin.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan re bi telefonê axivî û daxwaza rawestandina êrîşên li ser welatên herêmê kir.
Ev yekem pêwendiya rêberekî Rojavayî ye bi Îranê re ji destpêka şer ve ye.

Back to top button