Dema Sêmalka radestî hukumeta Şamê kirîn..!

Deriyê Sêmalka deriyê navbera rojavayê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê de. Derî li ser ava Dicleye. Ji sala 1991ê ve ev derî hate vekirin, desthilata başûrê Kurdistanê derî kontrol dikara, ji alê rojava ve jî kontrola vî deriyî di destê rejima Sûrî ya wî demî de bû.
Piştî rejima Esad ji rojava vekişiya û dever radestî PKKê kir, kontrola derî ket di destê PKKê de. Ji berî du rojan heyetek ji hukumeta Şamê serdana devera deriyê Sêmalka kirin û desthilata PKKê rêveberiya derî radestî vê heyetê kir. Yanî rêveberiya deriyê Sêmalka bi fermî ket destê hukumeta Şamê de.
Berpirsên PKKê yên girêdayî PKKê dema rêveberiya derî radestî heyeta hukumeta Şamê kirin, ev yek bi weneyekî pejirandin. Di vî weneyî de Ala Sûriye hatiye bilindkirin. Ji xwe PKKê tu cara Ala Kurdistanê li ser vî deriyî û tu deverên din bilind nekirîbûn….

