Komisyonê rapora xwe ya di derbarê”Tirkiyeya bê teror”de ragihand…

Rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li ser malpera fermî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat weşandin.
Ev rapor di 21emîn civîna Komîsyonê de ku 18ê Sibatê hatibû kirin, hat qebûlkirin.
Rapor di çarçoveya pêvajoya aştiyê de di bin banê parlamentoyê de hatiye amadekirin.
Rapor ji 7 beşan pêk tê û ev sernav tê de cih digirin:
Komisyonarmanca xwe ya sereke di raporê de bi vî awayî kifş dike:
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê bi armancên jiholêrakirina bi tevahî ya terorîzmê ji rojeva Tirkiyeyê, xurtkirina yekparçebûna civakî, xurtkirina yekîtî û biratiya neteweyî, û bidestxistina pêşketinan di warên azadî, demokrasî û serdestiya hiqûqê de hate damezrandin.
Komîsyonê xebata xwe li ser bingeha têgihîştinek ku felsefeya damezrandina Komara Tirkiyeyê, prensîbên wê yên bingehîn ên destûrî, fonksiyona wê ya demokratîk û avahiya dewleta wê ya yekpare dide pêşiyê, meşandiye. Avahiya dewleta yekpare ya Tirkiyeyê, yekparçeyiya axê, statuya fermî ya Tirkî wekî zimanek, û prensîba Komara laîk nirxên bingehîn ên hevpar in.
Belgeyek çarçoveyek hatiye amadekirin ku tevahiya neteweyê dihewîne, sedem û encamên terorîzmê eşkere dike, û pabendbûna bêdawî ya ji bo têkoşîna li dijî terorîzmê ji bo aştî û aramiya civakî nîşan dide, bêyî ku ji prensîba serdestiya hiqûqê dûr bikeve, û bêyî ku fikarên ewlehiya neteweyî paşguh bike.
Tekeziya li ser “Tirkiyeya demokratîk û pirreng”
Di encamnameya raporê de hat diyarkirin ku ji bo avakirina Tirkiyeyeke demokratîk û pirreng, “feraseta ku rastiyê paşguh neke, hestan înkar neke û siyaset cesareta çareseriyê nîşan bide” xwedî girîngiyeke jiyanî ye.
Di metnê de hat destnîşankirin ku Tirkiye dê li ser bingeha aştî, yekparçeyî, demokrasî û biratiyê xurt bibe.
Her wiha hat tekezkirin ku divê pêvajo li ser zemîneke ku pergala giştî diparêze, maf û azadiyan berfireh dike û rizaya civakî mezin dike bimeşe.
Di raporê de hat gotin ku “aqilê hevpar” ê ku ji xebatên komîsyonê û nêrînên pêşkêşkirî derketiye, li metnê hatiye zêdekirin.
Hat diyarkirin ku di qonaxa bê de şefafiyeta rêkarên îdarî û hiqûqî, berfirehiya gavên lihevkirina civakî û berdewamiya kontrola parlamentoyê dê diyarker bin.
Di raporê de hat destnîşankirin ku armanc ew e hedefa paşeroja hevpar bi rêya bipêşxistina herêmî, sererastkirina têkiliyên civakî û tengkirina senaryoyên cudaxwaziyê were misogerkirin.
DEM Partiyê dengê “Erê” da, şerha mixalefetê danî
Rapora hevpar bi piraniya engan hat qebûlkirin. Di dengdanê de 47 endaman dengê “qebûl”, 2 endaman “red” û endamekî jî dengê “bêalî” bi kar anî.
DEM Partiyê şerha mixalefetê danî ser raporê.
Hat diyarkirin ku li ser formula “Bila îtîrazên partiyê wekî pêveka raporê cih bigirin” li hev hatiye kirin û bi vî şertî dengê “erê” hatiye dayîn.
Endamê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik û Endamê Partiya Kedê (EMEP) Îskender Bayhan dengê “red” da.
Endama Partiya Gel a Komarî (CHP) Turkan Elçiyê jî dengê “bêalî” bi kar anî.
Di dawiya raporê de cih ji pêşniyarên partiyên siyasî re jî hat veqetandin.
Çi bûbû?
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû avakirin, heta niha 21 civîn pêk anîne.
Komîsyonê di pêvajoyê de nûnerên partiyên siyasî, pispor û aliyên peywendîdar guhdarî kirin û nêrînên wan wergirtin.
Di civînan de bi taybetî mijarên wekî çarçoveya hiqûqî ya pêvajoyê, xwefesixkirina PKKyê û danîna çekan, gavên demokratîkbûnê, pêdiviya bi rêkarên yasayî, xurtkirina rizaya civakî û zemîna dîrokî ya têkiliyên Tirk û Kurdan hatin gotûbêjkirin.
Di civîna 21ê ya ku 18ê Sibatê hat kirin de metna hevpar a ku li gorî van nêrîn û pêşniyaran hatibû amadekirin, pêşkêşî dengdanê hat kirin û bi piraniya engan hat qebûlkirin.


