Kurdistan Firokeya bêfirokevan dikire
Herêma Kurdistanê li çend mehên pêş de çend firokeyekî bê firokevan dikire.
Li vî derbarî de Ako Ezîz Birêveberê Hişyarkirinê ya li Dezgeha Giştî ya Karubarê Mîn(Mayin) li Herêma Kurdistanê ragihandiye, li meha gulana îsal de çend firokeyekî bê firokevan ya cûreya Suîs Kam li kêlgeha bi mînrêjkiriyên Herêma Kurdistanê de dicerîbîne, lê belê li gel keşûhewaya navçeyên mînrêjkiriyan de nagunce, ji bo wê yekê hatiye redkirin, Her wiha got: “Me daxwaz li Swîre kiriye cûreyekî dinê firokeya bê firokevan ji bo me dabîn bike. Bi mebesta hemû navçeyên mînrêjkiriyên Herêma Kurdistanê diyar bike wê bête bikaranîn. Tê çawerê kirin li sala 2014 an de, çend firokeyekî bê firokevan li Swîsre bikirîn, ku li firokeya bê firokevanê cûreya Swîs Kam baştirin”.
Birêveberê Hişyarkirinê ya li Dezgeha Giştî ya Karubarê mîn li Herêma Kurdistanê eve jî xisterû, li gor wan rupêvên li sala (2004-2006) hatine kirin, zêdetirê (2500) navçeyên mînrêjkirî li Herêma Kurdistanê de heye. Zêdetirê wan dikevin sînorê parêzgeha Silêmaniyê.