Polîtîk

Dostayetiya Kurdistan û Fransa pêş dikeve

Berî nîvroya îro şemî 30.11.2013 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Jan Jak Brîd Serokê Grûpa Dostayetiya Fransa û Iraqê li Encûmena Nîştîmaniya Fransa û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de Jan Jak Brîd Serokê şanda mîhvan ji bo rexsandina vê hevdîtinê gelek spasiya Serok Barzanî kir û her wiha rêz û silavên Serokê Parlemena Fransa jî bi Serok Barzanî gihandin û ji bilî wê balkişandin li ser dostayetiya kevina di navbera Kurd û Fransa û hêvî xwestin ku bikarin li salên pêş de Grûpa Dostayetiya Fransa û Kurdistanê li nav Parlemena Kurdistanê dabimezrênin bo ku bibê pirekî dinê pêkanîna peywendiya di navbera gelê Kurdistan û gelê Fransa. Serokê Grûpa Dostayetiya Fransa û Iraq li Parlemena Fransa li dirêjahiya axaftina xwe de balkişand li ser aramî û tenahiya Herêma Kurdistanê û bi cûreyek ku rê ji bo bi leztir geşkirina Kurdistanê xweş kiriye.

Li beranberda Serok Barzanî spas û bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û behsa peywendiya kevina Kurdistan û Fransayê kir û spasiyên xwe jî ji bo wê rola bandor nîşanda ku gel û hikûmetên Fransa li piştevanîkirina doza rewaya Kurd de dîtine. Her wiha Serok Barzanî balkişand li ser wê rola ku Fransa dikarê li niha û paşarojê de li avadankirin û yarmetîdana geşbûna Kurdistanê de bibîne kir û ji bo vê mebestê Herêma Kurdistanê bi himbêzekî vekirî pêşwaziya pêşxistina peywendiyên her dû aliyan dike.

Di derbarê babeta asayîş û aramiya Herêma Kurdistanê Serok Barzanî got: “Her ji berê ve Kurdistan malbenda pêkvejiyan û tebayiya di navbera gelan bûye û çanda pêkvejiyan û aştîxwaziyê li nav gelê Kurdistanê bi hêz û kevnare. Gelê Kurd tu demekî destê xwe ji bo tolhildanê nebiriye belku destên birayetî û dostayetiyê ji bo neyarên xwe dirêj kiriye. Ev çand bûye sedema wê yekê bi berevajiya cihên dinê Iraqê asayîş û aramî li Herêma Kurdistanê parastî be”.

Nirxandina pêvajoya siyasiya navçeyê û paşaroja Sûriye û peywendiya di navbera Herêma Kurdistanê û cîranên wê mijareke dinê vê hevdîtinê bûn.

Back to top button