Polîtîk

Swêd dardakirina kurdan li Îranê mehkûm kir

Wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt bersiva pirsiyarnameyeke mebûsê Partiya Kesk Jabar Amin ya di derbarê dardakirina girtîyên kurd li Îranê da û got bi hatina serokdewletê nû Hasan Rûhanî re tu guhertinek ber bi başî ve pêk nehatîye û ku Swêd dardakirinan mehkûm dike. Bildt got her çendî hîn girtîyên sîyasî hatibin berdan jî di haman demê de hejmara kesên hatine dardakirin, bi taybetî jî kurd û belûc, zêde bûye.

Carl Bildt da zanîn ku zêdebûna hejmara dardakirinan û dardakirina girtîyên kurd yek ji wan pirsan e ku şefê hiqûqî yê wezareta karê derve ya Swêdê di serdana xwe ya Îranê de anîye rojevê.

Wezîrê karê derve Carl Bildt herweha got Yekîtiya Ewrûpayê jî di warê binpêkirina mafên mirovan de û dardakirina girtîyan de helwest li hemberî Îranê nîşan daye û rexneyên xwe pêşkêş kirine.

Carl Bildt got dê vê dema nêz de cîgirê wezîrê karê derve yê îranî were Swêdê û em ê vê pirsê di dema serdana wî de jî bînin rojevê.

Swêd her weha piştgirî dide wê daxuyanîya li Neteweyên Yekbûyî tê amadekirin ku dardakirina girtiyan weke binpêkirina qanûnên navnetewî dinirxîne, got Carl Bildt.

Carl Bildt dibêje ew danûstendinên nû yên bi Îranê re hatine destpêkirin gereke nebin sedema girtina çavên xwe li beramberî binpêkirina maf û heqên însên.

Back to top button