Polîtîk

Serok Nêçîrvan Barzani bi Fermandarê HSD û Serokê ENKS re civiya

Serok Nêçîrvan Barzani pêşwaziya Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Encumena Neteweyî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl kir.

Di civînê de pêşketinên dawî yên li Sûriyê û pevçûnên di navbera artêşa Sûriyê û HSDê de hatin nîqaşkirin. Wan tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina aştiyê û bidawîanîna alozî û tundûtûjiya leşkerî di rewşa heyî ya li Sûriyê de kirin.

Herdu alî jî li ser girîngiya diyalogê wekî tekane rêya çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aştiyane û bidestxistina jiyana aştiyane di navbera civakên Sûriyeya nû de li hev kirin.

Gotûbêjkirina gavên pratîkî ji bo vegerandina aramiyê li deverên ku ji şer û pevçûnan bandor bûne, û her weha danûstandina nerînan li ser rewşa giştî ya li Sûriyê, mijarek din a civînê bû.

Ji aliyê xwe ve, şanda mêvan spasiya xwe ji bo rol û hewldanên Serok Nêçîrvan Barzaniyê bi aliyên peywendîdar re ji bo parastina aştî û aramiyê û pêşîgirtina li belavbûna aloziyan nîşan da.

Back to top button