Barzanî – nîşan û sembola Kurdistanê ye…
Serokê Kurdistanê – Mesud Barzanî, seredana paytexta Bakurê Kurdistanê – Amedê dike! Ev bûyer: ji bo dîroka Kurdistanê, ji bo tevgera rewa ya gelê Kurd a azadî û demokrasiyê – yek ji girîngtirîn rûdanan e. Bakurê Kurdistanê û Amed – divê layiqê xwe pêşewaziya Serokê Kurdistanê bikin.
Di gelek bernameyên Bergehê de di ASOsat TV de ku ev 7-8 salan in em li gel birêzan – Keya Izol, Dara Bilek, Abit Gurses, Kurdo Baksi û bi dehên mêvanên me pêkdiênin de, me hercar aniyê zimên ku hatine Serokê Kurdistanê ji bo Diyarbekrê, ji bo Amedê – naverokek xwe ya sembolîk a herî girîng ji bo dîrok û têkoşîna Kurd / Kurdistanê heye. Va ew roja dîrokî hat! Serok Barzanî – wekî Serokê Herêma Kurdistanê seredana Diyarbekrê dike… Kurd, divê ji vê rûdanê serbilind bin û bi beşdariya xwe, bi piştgiriya xwe ji bo Serokê Kurdistanê re – ji bo Tirkiye, ji bo cîhanê diyar bikin ku Barzanî – sembola wan a Kurdayetiyê ye, bi pêşewaziya xwe diyar bikin ku – KURD YEK MILET IN, BARZANÎ – SEMBOLA YEKITIYA NETEWEYÊ KURD E û Serokwezirê Tirkiye – Erdogan û cîhan jî bibîne ku – KURD, DI RÊYA AZADIYA XWE DE BARZANÎ WEKÎ NÎŞAN Û SEMBOLA XWE DIBÎNIN… Ev yek, ji bo Kurdistanê, ji bo Tirkiye û welatên din ên dagîrkerên Kurdistanê û cîhanê jî re – bibe nîşanek ku, Kurd di rêya azadî û demokrasiyê de hevkarek herî xurt a jiyana wekhev, yeksan û demokratîk a tevayiya Rojhilata Navîn in….
Mesaja Diyarbekrê girîng e, da ku Tirk jî bizanibin hevkarî û yekîtiya Kurd di qad û radeyek bilind de ye – bi pêşewaziya Barzanî ya xûrt – derfeta nîşandana vê bawerî û yekîtiya Kurd ji dinyayê re jî, li ber Kurdan vedibe….
Bere Tirk/Tirkiye, cîhan jî bibîne, Amed pêşewaziya Barzanî weha diyarkir, ku Kurd yek milet in, xwedî yek armanc û yek rê ne… Ew jî – azadî û demokrasî, hilgirtin û bilindkirina Ala rengîn a Kurdistanê ye…
Kek Mesud tu bixêr were Bakurê Kurdistanê, tu bixêr were Amedê!…
15 mijdar 2013
Cemal BATUN