
Berî dengdana komîsyona parlementoyê ya ji bo hevdîtina bi rêberê PKKê Öcalan re, CHP biryar da ku neçe Îmraliyê. Biryara dawî îro dê were eşkerekirin.
Rageşiya di Pêvajoya Îmraliyê de di asta herî bilind de ye. Pêşniyara destpêkê ya Bahçelî ya “bila Öcalan were Parlamentoyê û di koma DEM de biaxive” di raya giştî de bi awayek balkêş hate nirxandin.
Dema ku komîsyonê hevdîtinên xwe li gel dezgeh û kesayetên pêwist qedand, çûyina heyetek ji komisyonê ya ku herê Îmralî hate rojevê. Bahçelî da xûyakirin ku, eger kesek jî neçê ezê herim Îmralî, AK Partiyê pişgirî da vê helwesta Bahçelî. Lê CHP bê deng ma.
Sibehî civîna Komisyonê de çûyîna Îmralîyê dê bê dengdan. Ji berî dengdanê herkes biryara CHPş meraq dike.
Li gorî nûçeyeka Saygı Öztürk a rojnameya Sözcü de, endamên komîsyona CHPê duh êvarê heta saet 23:00 civînek li dar xistin. Di vê civînê de mijara Îmraliyê hate nîqaşkirin. Ji yanzdeh parlamenterên komîsyonê heft parlamenteran li dijî çûna Îmraliyê deng dan.
Van heft parlamenteran îdia kirin ku çûna Îmraliyê dê Öcalan bike kesayetek siyasî, ku ev yek dê zirarê bide CHPê.


