Polîtîk

Bahçelî: Eger pêwistbe ezê herim Îmralî..!

Serokê MHPê Devlet Bahçelî, di Civîna Koma Parlamentoyê ya partiya xwe de axavtinek kir û got, “Ger armanca Tirkiyeyek Bê Teror ew be ku em bi awayekî rast û samîmî destkeftiyên mezin bi dest bixin, wê demê ti wateya paşxistina serdana Îmraliyê tune. Ger têkiliya rasterast bi yek ji muxatabên sereke yên pêvajoyê re neyê danîn, dê çawa encam werin bidestxistin, dê çawa pêşveçûn çêbibe? Ger komîsyona parlamentoyê di vê çarçoveyê de negihîje biryarekê, ger kes bi vê serdanê razî nebe, ger her kes israr bike ku sê meymûnan bilîze, ez vê yekê bi eşkere dibêjim: Ez ê sê hevalên xwe bi xwe re bibim xw herim Îmralî yê. Ez di vê yekê de ne dudilim û. Ez ê dudil nabim jî. Bi karanîna derfetên xwe,ezê li ser maseyekî rû bi rû bicivim.”

Xalên sereke yên serokê MHPê di axvtina ku kirî de:

“Ez silavên xwe yên ji dil ji welatiyên me yên hêja re dişînim ku îro li ser televîzyon, radyo û platformên medyaya civakî, hem li welêt û hem jî li derveyî welêt, civîna me dişopînin û ji hemî xwişk û birayên me yên ku ji bo jiyaneke aram û ewle di dil û warên çandî yên me de têdikoşin. Ez wan bi hesret û hezkirinê hembêz dikim.”

“Tirkiye dê bi gav û înîsiyatîfên bihêz û bi hev ve girêdayî çerxa çarenûsê bişkîne, û sedsala nû dê ji hêla neteweya Tirk ve were nîşankirin. Em ji ber rabirdûyê poşman nînin, û divê em ji bo pêşerojê jî fikaran nekin. Dewlemendiya me ya çandî, sermayeya civakî, eslê mirovî, berxwedana me ya aborî, hêza me ya siyasî, mîrata me ya demokratîk, jêhatîbûna me ya dîplomatîk û, ji her tiştî girîngtir, biryardariya me ya ji bo yekîtiya neteweyî, biratî û hevgirtinê, serdestiya berawirdî û stratejîk a welatê me nîşan dide.”

Bahçelî got: Armanca Tirkiyeyek bê teror yek ji girîngtirîn û derfetên dîrokî ye ku me di sedsala dawî de, belkî ya yekem, bi dest xistiye.

Tirkiyeyek bê teror, bûye polîtîkayeke dewletê, hinek kes hewl didin ku armanca Tirkiyeyek bê teror têk bibin û di bin navê niyeta baş de manîpulekirinê dixwazin, bê guman kapasîteya rewşenbîrî û hişî ya fêmkirina girîngiya hevgirtina dewlet-netewe di serê wan de tune ye.

Di vê serdema hesas û nazik a Tirkiyeyê de, hêviya me ya yekane ew e ku her kes bi giyanek berpirsiyariyê, amadebûna ji bo tawîzan û bi tonek rêzdar tevbigerin. Wekî ku em her gav dibêjin, her tişt ji bo Tirkiyeyê ye. Prensîba “Pêşî welatê min û neteweya min, paşê partiya min û ez bi xwe” stûna siyaseta me ye.

Herwiha mimkun e ku şandeya ku dê biçe Îmraliyê piştî vê yekê were avakirin û were diyarkirin. Divê nîqaşa berdewam a li ser çûna Îmraliyê an neçûna wê bi dawî bibe. Ger armanca Tirkiyeyek Bê Teror ew be ku bi rastgoyî û samîmî destkeftî û qezenckirin hebe, ti wateya kişandina lingên me li ser Îmraliyê tune. Ger têkiliya rasterast bi yek ji muxatabên sereke yên pêvajoyê re neyê danîn, dê çawa encam werin bidestxistin, dê çawa pêşveçûn were çêkirin? Ger komîsyona parlementoyê di vê çarçoveyê de negihîje biryarekê, ger kes bi vê serdanê razî nebe, ger her kes israr bike ku sê meymûnan bilîze, ez bi eşkereyî dibêjim: Ez ê sê hevalên xwe bi xwe re bibim xw herim Îmralî yê. Ez di vê yekê de ne dudilim û. Ez ê dudil nabim jî. Bi karanîna derfetên xwe,ezê li ser maseyekî rû bi rû bicivim.”

Ez ê di tariyê de çavên xwe negirim, ez ê li ser zincîran ard belav nekim, ez her tişta ku bibêjim, ezê bi çavê muxatabê xwe binêrim û bêjim. Çarenûsa hilweşandina PKK-ê ew e ku hemî çekên xwînî an werin radest kirin an jî werin şewitandin.

Danûstandinên entegrasyonê yên di navbera HSD û hikûmeta navendî ya Sûriyeyê de, tevî hin provokasyonan jî pêşketinên ku hatine çêbûne û pêşketina diyalogê ya berdewam û maqûl e û tiştên hêjan e.

Hevdîtina avaker û erênî ya di navbera Serokê Sûriyeyê û Serokê Amerîkayê de ne tenê hewldanên aştiyane geş kir, lê di heman demê de lihevkirina li ser mekanîzmayên zelal ji bo pêkanîna Peymana 10ê Adarê gavek gelek hêjabû.”

Bahçelî di dawiya axavtina xwe de bang li hevalên xwe kir û ji wan pirsî: Hûn destûrê didin ku ez biçim Îmraliyê? Ev der cihê esasê neteweyî ye, ev biryara rastîn a neteweyî ye. Hemû kesên di civînê de amadebûyin rabûn ser pîyan û ji Bahçelî re li çepka xistin. Bi yek dengî gotin :Erê…

Back to top button