Civak
Iskeleya Pirê hilweşiya 4 karkeran jiyana xwe ji dest dan
Di rêya navbera Qulp a Diyarbekir û Mûşê de pirek dihat avakirin, li gorî agahiyan, beşek ji îskela pirê hilweşiya. Di bûyerê de çar karker bi giranî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê, û ji bo derxistina kesên di bin xirbeyan de asê mane xebat dest pê kir. Jenderme, AFAD û tîmên Tenduristiya Lezgîn a 112 şandin herêmê. Sê ji karkerên ku rakirin nexweşxaneyê û di bin xirbeyan de asê man mirin (Şeyhmus Anuştekin, Salih Lale, û Tahsin Dere), du jî birîndar bûn (Cüneyt Narin û Mehmet Şîrîn Yalçıner).
Çar kes di derbarê hilweşîna îskela pirê de, hatine binçavkirin.


