
Nêçîrvan Barzanî, di vê pêvajoya hilbijartinên Parlementoya Iraqê de gelekî çalak bûye û di çerçoveya peropagandeya hilbijartinan de ji bo Partiya xwe, Partiya Demokrata Kurdistanê bibe partiya yekem tevitiya Iraqê de tevlî mitîngên Partiyê dibe û ji xelkê daxwax dike ku dengê xwe bidin PDKê.
Tê zanîn ku Nêçîrvan Barzanî gelek girîngiyê dide statûya Herêma Kurdistanê, ew bi hemî imkanên xwe hewldide ku di rastiyê de Iraq bibe dewletek Federal û Statûya Herêma Kurdistanê di çerçoveya Federalî de bê parastin û Iraq bi tevahî ji rewşa heyî derkeve û bibe dewletek Qanûnî û qanûn di hemî Iraqê û Herêma Kurdistanê de serdestbe.
Bê guman gelek pirsgirêk li Herêma Kurdistanê hene, pirsa mûçeya, pirsa hinek rewşên civakî, pirsa partiyên siyasî û herweha pirsa herî girîng û gelek vekirî nayê rojeve pirsa statûya Kurdistanê. Nêçîrvan Barzanî baş dizane ku, eger pirsa statûya Herêma Kurdistanê bi awayekî têkherê Kurd hemî destkeftiyên xwe winda dikin. Hinek Partî û aliyên Kurdan jî mixabin siyaseta ku rêve dibin bi awayekî rê li têkçûna statûya Herêma Kurdistanê re vedikin.
Nêçîrvan Barzanî vekirî dibêje ku, Bexda bi hemî cureyî hewldide ku hukumek merkezî li Iraqê rêvebibe û herweha dibêje Iraq Federaliyê binpê dike û qet guh nade yasayan û bi awayek keyfî tevdigere.
Ji ber vê yekê ew hewldide ku, ji aliyekî kurd di nav xwe de yekdengbin û aliyek din ve divê kurd bi hevre hewlbidin statûya Herêma Kurdistanê biparêzin.
Nêçîrvan Barzanî ji bo parastina statûya Herêma Kurdistanê, ji bo bi awayek rêk û pêk di pratîkê de pêkanîna Federalîzmê, ji bo serweriya qanûnê li Iraqê û herweha ji bo parastaina destkeftiyên netewî li Kurdistanê ji xelkê doza milyonek deng dike.
Çend roj din hilbijartin çêdibin, dixweyê dê ronahiya bîr û baweriyên Nêçîrvan Barzanî şewqa xwe bide xaka azad a Kurdistanê…
Rûdawê hevdîtinek berfireh li gel Nêçîrvan Barzanî kiriye. ji bo behtir ya ku ew dibêje bê têgihandin em jî vê vîdeoyş belav dikin…


