Civak

Amedsporê serdana waliyê Diyarbekirê kir

Rêveberiya Amedsporê serdana Waliyê Amedê Murat Zorluoglu kir û li ser armancên klubê axivî.

Serokê Amedsporê Nahit Eren, ligel Cîgirên Serokê Amedsporê Emel Îzgî Demîr û Servet Vural, serdana Waliyê Dîyarbekirê Murat Zorluoğlu kirin.

Derbarê hevdîtinê de, Amedspor daxuyaniyek belav kir û got, “Di serdanê de, ku di atmosferek dostane de pêk hat, li ser Amedspor û armancên wê nîqaş hatin kirin.”

Di dawiya serdanê de, Serok Eren forma Amedsporê ya bi hejmara 21 ku navê wî li ser bû, da Waliyê Zorluoğlu.

Back to top button