Civak
Li Hewlêrê di bûyereke trafîkê de 3 kes mirin.

Li ser rêya Hewlêr-Kerkûkê di qezayek trafîkê de sê kes mirin.
Bûyer roja Çarşemê derdora saet 12:00ê nîvro qewimî. hat gotin ku, otomobîlek taybet û kamyonek li hev ketin û her du jî agir pê ketin û yên tê de şewitîn.
Li gora daxûyaniya rayadaran di bûyerê de 3 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Qeza di navbera sê wesayîtan de, otomobîlek taybet, kamyonek û tankerekê de qewimî. Du ji miriyan di wesayîta taybet de bûn û yek ji şofêrê kamyonê, şofêr û rêwiyê tankerê sax in.


