
Wezîrê Perwerdehiya Tirkiye Yusuf Tekin di axaftina xwe ya di merasîma vekirina sala akademîk de li Zanîngeha Kafkas a Qersê de diyar kir ku Tirkiye berî 3ê Mijdara 2002an demên dijwar derbas kiribû.Tekin got: “Li vî welatî heval û nasên me hebûn ku ji ber ku bi kurdî diaxivîn, mecbûr man ji axaftina bi kurdî dûr bikevin. Heval û nasên me hebûn ku, dema xwe wekî Kurd nas dikirin dudil bûn. Em niha li ku ne? Binêrin, Wezareta Çand û Tûrîzmê ya me niha berhemên rewşenbîr û nivîskarên Kurd çap dike. Vekirina qursên taybet ên Kurdî di nav Wezareta Perwerdehiya Neteweyî de azad e.”
Tekin destnîşan kir ku qursên Kurdî yên bijarte li dibistanên girêdayî Wezaretê têne dayîn û mamosteyên fermî ji bo dayîna van qursan hatine tayînkirin.
Tekin destnîşan kir ku pêvajoya ku hikûmet jê re dibêje “Tirkiyeya bê teror” ne hêsan e û got: “Ew kesên ku ji vê xalê aciz dibin, yên ku bawer dikin ku ev pêvajo dê zirarê bide berjewendiyên wan û rê li ber serdestbûna hişmendiya wan a parêzvan bigire, di sala 2011an de pêvajo sabote kirin. Bûyerên ku em wekî ‘bûyerên Xabûrê’ dizanin bi bîr bînin. Sedema ku ez van ji we re dibêjim ev e: ev der (zanîngeh) mekanîzmayek e, jîngehek e ku zanistê hildiberîne. Ez ji we dixwazim ku hûn hilberîna xwe ya zanistî li ser deverên ku dê sûdê civakî yê vî welatî herî zêde bikin, balê bikişînin. Erka me hemûyan e, lê bi taybetî ya rewşenbîrên vî welatîye. Rewşenbîrên û akademîsyenên vî welatî divê pêvajoya Tirkiyeya Bê Terorê biparêzin. Ger em dixwazin vê bikin, divê em pir nêzîkî çareserkirina vê pirsgirêka girîng a welatê xwe bin.” “Piştgiriya rewşenbîrî pir girîng e, bawer bikin. Bêyî ku nêrîn an perspektîfa we ya siyasî li ser vê mijarê çi be, hûn mecbûr in ku di vê mijarê de alîkariya dewlet û milet bikin, ne hikûmetê. Em hemî mecbûr in ku vê bikin.”
Wezîr Tekin diyar kir ku di civînên navneteweyî de fikar û xwesteka wî ya sereke her tim pêşeroja mirovan e, û ev tenê bi jiyana bi hev re di aştiyê de dikare were bidestxistin.


