Hilbijartinên Qibris a bakur û bertekên Tirkiye..!

Li bakurê Qibrisê roja Yekşemê 19ê Cotmehê hilbijartinên serokatiyê çêbûn. Li gorî encamên nefermî, Tufan Erhûrman, serokê Partiya Komarî ya Tirkî (CTP), di hilbijartinê de bi serket.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Bakurê Qibrisê ragihand ku Erhürman di pêşbirka serokatiyê de bi ser ketiye. Beşdarbûna hilbijêran ji sedî 64.87 bû.
Serokê CTP Tufan Erhürman ji sedî 62.76ê dengan wergirt, di heman demê de Serokkomarê niha Ersin Tatar ji sedî 35.81 wergirt.
Di daxuyaniya xwe ya destpêkê de, Erhürman ragihand, “Di vê hilbijartinê de tu kesî winda nekiriye; em, gelê Tirk ê Qibrisê, bi hev re bi ser ketin.” Di daxuyaniya xwe ya ji bo Ajansa Anadolu (AA) de, wî behsa têkiliyên bi Tirkiyê re jî kir.
Erhürman destnîşan kir ku “propagandaya reş a mezin tê kirin” lê rayedarên Tirk wî pir baş nas dikin û got, “Diyar kirina siyaseta derve li Qibrisê bêyî şêwirmendiya bi Tirkiyê re qet vebijarkek nebûye, û di dema serokatiya min de jî dê qet nebe.”
Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdoğan jî daxuyaniyek da û Erhürman pîroz kir.
Ji du namzetên sereke yên di hilbijartinan de, Tatar ji bo du dewletan li giravê,
Enqere bi piştgiriya Tatar dihat nasîn. Gelek siyasetmedarên payebilind ên ji Tirkiyeyê di dema pêvajoya hilbijartinê de ji bo Tatar kampanyayê kirin çûn giravê.
Heft namzet beşdarî hilbijartinan bûn.
Du namzetên herî bi hêvî serokê berê yê Partiya Yekîtiya Neteweyî (UBP) û Serokkomarê niha Ersîn Tatar û Tufan Erhürman, serokê Partiya Komarî ya Tirk (CTP) ya muxalefeta sereke bûn.
Namzetên din Osman Zorba (Partiya Sosyalîst a Qibrisê), Arif Salih Kırdağ, Ahmet Boran, Mehmet Hasgüler, û Îbrahîm Yazıcı bûn.
Serokatî bi piranî roleke sembolîk li giravê heye, lê ew pir girîng e ji ber ku ew nûnertiya Tirkên Qibrisê di danûstandinên çareserkirina pirsgirêka Qibrisê de dike.
Serokkomarê Tirkiye Tayyip Erdogan daxûyaniyek ragihand û got: “Li gorî encamên nefermî, ez pîrozbahiyê li Birêz Tufan Erhürman, ku wekî Serokomar hatiye hilbijartin, dikim. Ez hêvî dikim ku ev hilbijartin, ku îradeya xwişk û birayên me yên Tirkên Qibrisê li ser sindoqên dengdanê nîşan dide, ji bo welatên me û herêma me sûdmend be.”
Serokê CHP Ozgür Özel got, “Ez bi dil û can pîrozbahiyê li hevalê xwe yê hêja Birêz Tufan Erhürman, serokê partiya me ya bira dikim. Tirkên Qibrisê “bersiva zîhniyeta ku ji bo berjewendiyên xwe mudaxeleyî demokrasiya Qibrisê û îradeya neteweyî ya Qibrisê kiriye, da.”
Li gorî daxuyaniyek ku li ser hesabên medyaya civakî yên fermî yên MHP-ê hatiye parvekirin, Serokê MHP-ê Devlet Bahçelî îdia kir ku hilbijartinên li Bakurê Qibrisê “bi beşdariyek pir kêm hatine lidarxistin”, û got, “Her çend encamên hilbijartinê ji hêla desteya hilbijartinê ve hatibin ragihandin jî, divê parlementoya Qibrisa Bakur bi lezgînî bicive, ragihîne ku encamên hilbijartinê û vegera federasyonê nayên qebûlkirin, û biryar bide ku tevlî Komara Tirkiyeyê bibe.”
Erhürman berê ragihandibû ku eger were hilbijartin, ew ê danûstandinên fermî bi Komara Qibrisê re ji nû ve dest pê bike, ya dawî di sala 2017an de pêk hat.
Erhürman îdia dike ku çareseriya du dewletan ne ji bo Qibrisê ne perspektîfek raste.Ev yek bûye sedema ablokayek aborî û tecrîda siyasî ji bo tirkênQibrisê”
Tatar, ku ji sala 2020an vir ve serok e, li dijî danûstandinên li ser bingeha federasyonê bi Komara Qibrisê re derketiye.
Tatar, ku ji hêla Enqerê ve tê piştgirî kirin, çareseriyek “modela du dewletan” pêşniyar dike ku tê de Tirkên Qibrisê xwedî dewletek serwer û wekhev bin.
Tirkiye piştgiriyê dide Tatar
Rola Tirkiyeyê di hilbijartinê de jî li Qibrisê bûye mijarek germ.
Gelek siyasetmedarên payebilind ji Tirkiyeyê çûn giravê da ku ji bo Tatar kampanya bikin.
Di nav kesên ku ji dema destnîşankirina namzedan ve çûne bakurê Qibrisê de, Wezîrê Karên Hundir ê berê Suleyman Soylu, Wezîrê Parastinê yê berê Hulusi Akar, Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destici, Serokê Partiya Serkeftinê Ümit Özdağ û lîstikvanê berê yê futbolê Mesut Özil hene.
Pispor dibêjin ku her kesê ku were hilbijartin dê armanc bike ku bi Tirkiyeyê re têkiliyên baş ava bike.
Reqîbê Ersin Tatar di hilbijartinên serokatiyê yên 2020an de, Mustafa Akıncı, îdia kir ku di dema pêvajoya hilbijartinê de ew û malbata wî ji aliyê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MIT) ve hatine tehdîtkirin û ji wî hatiye xwestin ku namzediya xwe vekişîne.
Sefaretxaneya Tirkiyeyê ya li Nîkosyayê û Ersin Tatar îdiayên Akıncı red kirin.


