Kerkûk: Kontirakta BP û Bexdayê nedestûrî ye
Peyvdarê wezareta samanên xwezayê a hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de nerazîbûna hikûmeta Kurdistanê li hember kontirakta di navbera hikûmeta Îraqê û kompaniya BP de ji bona pêşxistina bîrên neftê li wîlayeta Kerkûkê, nîşan dide û dibêje ”Eger hikûmeta herêma Kurdistanê jî di wê girêbestê de beşdar nebe dê rêgiriyê li karên wê kompaniyê bike.”
Peyvdarê wezaretê dibêje ku, li gor destûra Îraqê her pilanke yan pêşxistinek di bîrên neftê de li wîlayeta Kerkûkê bê kirin piştî sala 2005ê, divê razîbûna hikûmeta herêma Kurdistanê jî li ser be û divê bi hevbeşî digel hikûmeta Kurdistanê kar bê kirin.
Hikûmeta Îraqê digel kompaniya BP ji bona pêşxistina bîrên neftê li wîlyeta Kerkûkê girêbestek îmza kirye û heta nuha li ser wê girêbestê pirsiyar bi hikûmeta Kurdistanê nehatiye kirin, ”ji ber hindê hikûmeta Kurdistanê wê kontiraktê bi nadestûrî dizane û dê bi rêyên qanûnî begiriyê ji mafên xwe bike. Ew rêkeftin li dijî madeya 140ê ye.”
Di warê piraktîkî de jî, hikûmeta herêma Kurdistanê hevkarî û hêsankariyan bo karên kompaniya BP nake û emniyetê jî ji bo parastina bîrên neftê temîn nake, heta wê dema hikûmeta herêma Kurdistanê bi timamî, weke hevbeşa yeksan digel hikûmeta Îraqê, di wê girêbestêd e beşdar dibe.