Polîtîk

Îmamoglu: DEM,DEVA û Partiya Pêşerojê neheqiyê li me dikin..!


Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê berê Ekrem Îmamoglû, ku niha li Girtîgeha Silivriyê girtî ye, derbarê nîqaşên navxweyî yên muxalefetê de daxuyaniyek da. Derbarê wêneyekî Erdogan li kêleka serokên muxalefetê de, Îmamoglû got, “Ev wêneyekî bêhêvîtiyê ye”, di heman demê de rexneyek tund li DEM, DEVA û Partiya Pêşerojê kir.

Ekrem Îmamoglu di bersiva pirsên nivîskarê rojnemeya T24ê Murat Sabuncu de li ser wêneyê serokên muxalefetê yên bi Serokkomar Erdogan re li resepsiyona parlementoyê de şiroveyek kir.

Îmamoglu, got: “Ev ne wêneyê demokrasiyê ye, lê yê bêhêvîtiyê ye. Serokomar niha neçar e ku bi serokên bi salan heqaret li wan kirî û ew wek terorist bi navkirîn, tîne kêleka xwe. Ev hewldanek ji hêla hikûmetekê ve ye ku hêza xwe winda kiriye da ku tenêtiya xwe veşêre.”

Îmamoglû helwesta hikûmetê wekî “nêzîkatiyeke siyasî ya durû û xweperest” bi nav kir û wiha domand: “Zihniyeteke ku dev ji nezaket û rûmetê berdaye, welat aniye vê astê. Hikûmet dikare dema ku hewce bike serî li her cûre durûtî û bêrûmetiyê bide.”


Îmamoglû di derbarê nakokiyên di navbera CHP û Partiya DEM de got ku divê têkiliyên di navbera partiyan de wekî aloz neyên dîtin: “Em li dijî neheqiyê rawestiyane, bêyî ku li dijî kê hatibe kirin. Em li dijê her neheqiyê derketine, tevî girtina Birêz Demirtaş û Birêz Yüksekdağ. Ev erkê hemû demokratan e, ne tenê ya CHPê ye.”

Îmamoglû her wiha bal kişand ser rexneyên DEVA û Partiya Pêşerojê û got, “Ez dibînim ku hin hevalên ku em di demên berê de hevalbendên wan bûn, şîroveyên takekesî yên li ser medyaya civakî pir cidî digirin û daxuyaniyên neheq li ser me didin. Em li dijî dorpêça siyasî ya herî mezin a ku Tirkiyeyê heta niha dîtiye şer dikin. Me ev têkoşîn hilbijart û emê berdewam bikin.”

Back to top button