PolîtîkRojev

HSD:Komên girêdayî Şamê Bendava Tişrînê topbaran dikin

HSDê ragihand ku komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Şamê ji îro serê sibehê ve Bendava Tişrînê û derdora wê bi çekên giran topbaran dikin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku topbaran bi awayekî sîstematîk û bi çekên giran ên wekî tank û topên bejahî tê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku topan rasterast li bendavê bi xwe, xaniyên karkeran û gundên derdorê xistine û ev yek gefeke mezin li ser jiyana sivîlan çêdike û tesîsên jiyanî dixe ber metirsiyeke karesatî.

HSDyê ev êriş wekî “aloziyeke xeter û binpêkirineke eşkere ya peymanên agirbestê” bi nav kir û anî ziman ku berdewamiya van êrişan dê tenê bibe sedema zêdetir aloziyê û gefê li aramiya herêmê bike.

Di dawiya daxuyaniyê de HSDyê berpirsyarî xist stûyê hikûmeta Şamê û got, “Em hikûmeta Şamê bi tevahî berpirsiyarê van binpêkirinan û encamên wê yên giran dibînin, û em tekez dikin li ser mafê xwe yê parastina rewa ji bo parastina gel û hêzên xwe li dijî her gef û êrişekê.”

Back to top button