Civak

Komisyona mafê mirovan di girtîgehê de serdana Lahur Şêx Cengî kir

Şandeyeke payebilind a Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan serdana Girtîgeha Kanî Gomî kir û ragihand ku tenduristiya girtiyan baş e û Lahur Şêx Cengî di hucreya yekkesî de tê dimîne.

Komîsyonê destnîşan kir ku şandeyeke payebilind serdana Girtîgeha Kanî Goma li Silêmaniyê kiriye û bi Lahur Şêx Cengî û Polad Şêx Cengî re cuda cuda civiyaye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Lahur Şêx Cengî û Polad Şêx Cengî di hucreya yekkesî de têne girtin. Herwiha hat destnîşankirin ku ji bo hemî girtiyên ku daxwaza wan kirine parêzer hatine peydakirin û destûr hatiye dayîn ku hemî girtiyan bi malbatên xwe re hevdîtin bikin.

Hat diyarkirin ku kesên ku di bûyerên Lalezarê de hatine girtin efserên berê yên dij-terorê bûn û ji bo Girtîgeha Kanî Gomî hatine veguhastin.

Li gorî daxuyaniyê, girtî daxwaz dikin ku dozên wan, ku heta niha çaresernekirî mane, di nav demek diyarkirî de bi rêya dadgehan werin çareserkirin.

Back to top button