Em ê mafê Kurdan biparêzin
Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şara’ da zanîn ku ew ê mafên Kurdan li Sûriyê biparêzin û ew gihiştine qonaxekî pêşketî ji bo encamdana rêkefrtineke ewlehî li gel Israîlê.
Şara ev yek di Lûtkeya Konkordiya de li New Yorkê ragihand û diyar kir ku ew ji qadên şer derbasî qadên diyalogê bûne û parçebûna Sûriyê qebûl nakin.
Şara diyar kir ku wan ji HSDê re gotiye: “Mafên Kurdan di Sûriya nû de parastî ne û divê HSDê tevlî artêşa Sûriyê bibe”.
Şara got jî ku sistbûnek di bicîkirina rêkeftina 10ê Adarê de heye û divê hemû dezgehên leşkerî di çarçoveya navendiya dewletê de kar bikin.
Derbarê danûstandinên Sûrî – Israîlê de jî Şara diyar kir ku, ew gihiştine qonaxek pêşketî ji bo encamdana rêkeftineke ewlehî li gel Israîlê li gor rêkeftina 1974an a di navbera herdu welatan de.


