Cîhan

Netenyahu:Hewldidin dorpêçek li ser Îsraîlê ferz bikin

Li himber civîna ku li Qeterê hatî li darxistin, serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, daxûyaniyek da medya Îsrailî û got: Qeter pêşengiya hewldanên sepandina dorpêçê li ser Îsraîlê dike.

Serokwezîr Îsrail Benjamin Netanyahu daxûyaniyek da rojnameya The Jerusalem Post û got ku, Qeter pêşengiya hewldanek ji aliyê hejmarek welatan ve dike da ku dorpêçek li ser Îsraîlê ferz bikin.

Netenyahu got: “Niha hewldanek heye ku ji aliyê sazî û welatên cûrbecûr ve, bi pêşengiya Qeterê, dorpêçek li ser Îsraîlê were ferzkirin. Ev yek, berî her tiştî, dorpêçek medyayê ya ku ji hêla mîqdarên mezin ên pereyan ji Qeter û welatên din, wekî Çînê tê fînansekirin. Di salên pêş de, em ê hewce bibin ku pîşesaziyên xwe yên çekan ên serbixwe xurt bikin da ku xwe di warê çekan, hilberîna cebilxaneyê û kapasîteya pîşesaziyê de misoger bikin. Ev ê bihêle ku em vê dorpêçê bişkînin.”

Netanyahu berdewam kir û got ku hewldanên tecrîdê dê bi ser nekevin.

“Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ligel me ye, û gelek welatên din jî. Lêbelê, em niha li Ewropaya Rojava bi pirsgirêkek taybetî re rû bi rû ne. Em bi awayekî çalak dixebitin û dê berdewam bikin ku vê dorpêçê rakin, mîna ku me bi serkeftî dorpêça leşkerî derbas kir. Em ê di derbaskirina vê dorpêça dîplomatîk de jî bi ser bikevin.”

Back to top button