Di doza CHPê de her kes diaxêve ji bilî Kiliçdaroglu..!

Îro dadgehê, di doza CHPê de, ji bo destxistina bekgeyên zêdetir doz şunve da û biryara ku, doza CHPê di 14ê Cotmehê debê kirin.
Gelek kes li ser vê yekê di cihde daxûyanî dan û helwesta xwe di derbarê biryar dadgehê de bi awayekî dan nîşandan. Lê kesek heye qet di vê pêvajoya darizandina CHPê de devê xwe venake. Ew jî serokê berê yê CHPê kemal Kiliçdarogluye.
Piştî taloqkirina Doza Kongreya CHPê heta 24ê Cotmehê, parêzerê Kemal Kiliçdaroglu got, “Ew ê di derbarê dozê de tu daxuyaniyan nede, ji ber kuê di vê dozêve tu pêwandiya me tuneye.”
Di dema danişînê de, parêzerên Lütfü Savaş, ku doz vekiribû, daxwaz kirin ku Kemal Kiliçdaroglu wekî muwekîl were tayînkirin.
Piştî biryara demkî ya dozê, parêzerê Kiliçdaroglu, Celal Çelik, daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Doza betalkirina mutleq di rojeva wî de nîne ji ber ku ji hêla wî ve nehatiye vekirin. Serokê partiyê bi eşkereyî hewl da ku bêje ku ew ê tevlî dozên ku di derbarê kongreya asayî de hatine vekirin an jî nêzîkatiyên ku zirarê didin partiyê nebe. Ji ber vê yekê ew bêdeng ma; wekî din, dê gelek tişt bigota.
Ew ê di derbarê dozê de tu daxuyaniyan nede, ji ber ku, di van dozan de ti eleqeya me tune ye. Em daxwaz dikin ku ji rexneyên neheq ên li ser serokê partiyê dûr bisekinin.”


